Ji wê şeva bişewbê Bêhna firikên şewitî dihat ji çolê Çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê Destmêja te û janê ji hevdu naşikê Hebhinarkê Min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê Wê gewriya te dil bide kêrê Li kerbelayê Belê delalê Li çar aliyê çewtiyên min Diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin Kulora şahmeran e egala li serê min Ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye Hebhinarka min Ne sûcê te ye Ew mîratê kewan li me nehatin Li çiyayê şengalê, Komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye Perîkên wî digirîn li dewsê Tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî Bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali Li ser goleke mêşinî Ji bo ku ez bi serê xwe dakim Ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim Hebhinarkê Teşiya bê destara berfê Berîvana baranê
|
|