Hate ber derî min le nenerî Lé gava ew çû min dil daye dû Ka ew çavén reş ka ew dimen geş Ka ew behna xweş ka ew reng û rû Yara min ba kir, ey bilbilê dîn Li ser ci digirî,qêrîn û nalîn Yara te va ye, li ber cava ye Ev dest û ciya,tev xwes kir bi bêhn Bilbil tu zanî gelo ez kî me Tu tim serbest î, lê ez girtî me Bêlîs û bêhêlîn, bêol û besêdin Ez im cegerxwîn,xortê kurdî me
|
|