Tîrejên rojê çiya dibire Ava çem û kanî zinar dihelîne Berbanga sibê xem direvîne Evîna min welatê min e Ji dil de ez evîndar im Ji kezebê da birîndar im Bi qêrîn û bi hewar im Evîna min welatê min e Carna dikeve xewnên şevan Dimiçiqîne hêsirên çavan Dibe stran di nav dev û lêvan Evîna min welatê min e
|